babetî15

derçûnî «binî haşim» û «binî mitّlib» le mekke û maneweyan le şe’ba
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  723 Dîtin
ke emyane dî quřeyşî kuffar
tirsan le wiz’î řesûlî nazdar
gişt be îttîfaq peymanêkyan kird
peyman nameyan nûsî dest û bird
hemû berî bin lem dû ’eşrete
ke diłyan leser yarî ḧezrete
çûn le mebde’a leman cyawazin
jinyan nedenê û lêyan nexwazin
neken legełyan xerîd û firoş
neřon bolayan ne saẍ ne nexoş
heta muḧemmed aware neken
bêkes û dest û bêçare neken
em peyman namey nabarî se’be
birdyan hełyan wast le małî ke’be
feqet ew kesey emeye nûsî
tûşî şelel hat destî binûsî
bełê zor destî nûserî pestî
marî edbar û bedbextî gestî
xolase xizman beme «meḧْsurErebî» bûn
řoyştine kêw û le mekke dûr bûn
lewey manewe hetakû sê sał
be tengî wezi’ û be tałî eḧwał