babetî13
de’wet kirdin bo dînî îslam be aşkira
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
2 Xulek
1111 Dîtin
naził bû «فەاسْde’ْ bîma tuؤْmeruErebî»
emrî de’wet hat cehrî û řûbeřû
ḧezret destî kird be de’wetî ’am
bê perde û pena bo dînî îslam
înca kafrekan kewtine tekan
bo ezyet danî musułmanekan
be cinêw be lêdan be tane û teḧqîr
be behaney pûç be mekir û tezwîr
dû sał bem řenge be řoj û be şew
îsraḧet nebû meger wextî xew
sałî pênc řoyşit, şeşem kewte der
nîşaney berzî îslam kewte der
sałî şeşem hat bo dewrey nebî
nîşaney berzî îslam hate dî
îmanî hêna be xuday ekber
mîr ḧemzey dilêr mamî pêẍember
hem pařayewe ḧezretî serwer
ke îslam bibê yek le dû ’umer
ya «ebulḧekem» ya «îbnî xetab»
werbigrin dîn û eḧkamî kîtab
ew leber ḧesed derçû be na’ehil
le «bulḧekem»y bû be «ebûcehil»
em leber şeref řûy kirde kemał
geřa be faroq bo ḧeq û betał
sê řoj paş ḧemze nayl bû be dîn
be îmanî ew îslam kewte tîn
şîrî xoy hełgirt be wêney merdan
witî kê merde ba bête meydan
hetakû jinî bêşû bixewê
minałî wirdî hetîw bikewê
ewa min derçûm le bit peristî
le piř û pûç û řewştî pestî
herkes hoşî bê û biřwanê tawê
ezanê xuda şerîkî nawê
ca nexwazeła berdêkî bêdeng
bo xot bîtaşî be nûkî qułeng
eger to bo xot nebî be xêwî
pya heł’emîzê çeqeł û řêwî
ke emyane bîst kuffarî mekke
hemû be carê kewtine heleke
be wêney menceł diłyan hate coş
bo şeř û aşûb bûn be zirêpoş
řase her serê be hewa çaxe
demaxî wêney berdî çexmaxe
połay ḧeqîqet eger lêy bida
be hemû lada pirşing heł eda
agirî fesad heł’egîrsênê
ta tołey naḧeq le ḧeq estênê