babetî12

nizûlî weḧî le paş muddey sê sał
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  801 Dîtin
lepaş em mudde, řojê le ḧera
hate xwarewe şay řuxsar çira
lewê cubre’îl derkewtewe boy
leser hey’etî be heybetî xoy
bem mulaqate zor be peşêwî
be zerdî řeng û be barî lêwî
be her ḧałê bû hatewe bo mał
ca dayan poşî bo teskînî ḧał
lem dapoşîna cîbrîlî nasîr
naził bû legeł surey «mudّsîّrErebî»
paş eme ḧezret be hêz û be tîn
xelqî bang ekird bo dîn û ayîn
lebo nasînî xuday tenha û tak
bo baweřî pak, bo kirdewey çak
lebo sîley řeḧim, bo mîhrebanî
lebo řewştî berzî însanî
bo sexa û bexşiş, bo dawên pakî
bo têgeyştin, bo dił řûnakî
lebo diłsozî, bo şerim û wefa
bo peymandarî, bo sîdiq û sefa
ca ehlî mekke û badîyey etraf
herkes tałb bû lebo řêgey saf
yek yek û dû dû ehatin bolay
bo dînî îslam eçûne penay
ber le hemû kes xedîce û siddîq
paş ewan ’elî, hem zeydî ’etîq
bîlal, «am alfizilErebî» saḧêb hoş û zeyn
emcare esma «zat alnّtaqînErebî»
’usman û zubeyr hem ’ebduřeḧman
hem se’d û telḧe geyîn be îman
ebû’ubeyde weledî ceřřaḧ
ebûselemey be sîdiq û sełaḧ
emcar eřqemey mexzûmî neseb
paye bułendî řewişt û ḧeseb
kuřanî mez’ûn hersê be sercem
’usman, ’ebdułła, qedamey ekřem
hem îbnu ḧarîs, ’ubeydey pesend
be dîn geyştin be řutbey bułend
se’îd kuřî zeyd, legeł ’eyalî
fatîmey xettab mertebe ’alî
hemû fa’îz bûn be dînî îslam
řazî bê lewan ’elîmî ’ellam
de’wetî ḧezret bo dînî îslam
gelê penhan bû lem beyna le ’am
ewaneyş be dîn mukeřřem ebûn
«sîrّaErebî» le małî eřqem cem ebûn