babetî11

esasî pêẍemberêtî ḧezret ﷺ
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 3 Xulek  1163 Dîtin
çiray dîn le nêw diłya hełkira
bo em cîhane bû be çilçira
şeş mang weḧî ḧeq řu’yay sadiq bû
herçî eybînî zor mwafq bû
lepaş ew mudde be lutfî mennan
řojî dûşemmey ḧesdey řemezan
cîbrîl hate lay le ẍarî ḧera
fermûy bixiwêne ey řuxsar çira
fermûy qarî nîm, cubrîl be azar
wişardî û fermûy: bixiwêne emcar
’uzrî hênawe be wêney sabîq
wişardîyewe cîbrîlî fayq
fermûy: bixiwêne ey saḧêb temkîn
fermûy: min ummîm bê xet û nûsîn
ca wişardîyewe cîbrîlî ekřem
xwêndyewe «îyqْre’eْErebî» ta «ma lemْ ye’ْlemْErebî»
ke cîbrîl win bû, ḧezret be dehşet
hatewe bo mał be tirs û weḧşet
fermûy: dam poşin, ke dayan poşî
lepaş se’atê řûy kirde xoşî
beyanî fermû lelay xedîce
wez’î xoy ewweł, heta netîce
fermûy peroşim le wezi’ û ḧałim
çîm beserabê û çon bê me’alim
xedîcey zana, be hoş û zanist
fermûy mujdebê ey řastî perist
le herdû dunya saḧêb ḧurmetî
bo hemû ’alem mayey řeḧmetî
eto merdêkî berz û behremend
saḧêbî bîr û kirdewey pesend
însanê wabê hergîz nakewê
berzî wehabê, qet dananewê
ca birdî bolay wereqey celîl
danay mezmûnî tewřat û încîl
paş beyanatî ḧezretî beşîr
cwabî dayewe wereqey xebîr
fermûy be qurban ew zate cwane
le mela’îkey muqeřřebane
firîşteyêke bo dîn delîle
nawî meşhûre, ke cubre’île
emînî weḧye bo pêẍemberan
katê lay beşer řewane kiran
ew firîşteye hênawye ewsa
tewřat û încîl bo mûsa û ’îsa
hatuwe bolay toyş be emrî xuda
çûn ademîzad gişt wan le xewda
kelamî xudat bo naził eka
mî’racî xêrit bo ḧasił eka
ebî be řehber bo cînin û beşer
řû biken le xeyr, la biden le şeř
ca şořş eken lem ser ta ewser
bot peyda eken hezar derdî ser
be zemim û azar, be řexne û leke
heta der’eçî le şarî mekke
ax lew serdema ber ḧeyat ebûm
genc û behêz û desełat ebûm
hewłim bidayê bo ḧurmetî to
têkoşîmayê bo xizmetî to
ca ḧezret fermûy: çon ’eşretî min
ebin be maye bo ḧesretî min!?
min xarc eken le wetenî xom!?
kizî û ẍerîbî řewa êrin bom!?
pêy fermû: bełê dunya her waye
’alem dujmine bo saḧêb paye
ca nexwazeła payey enbya
lewe bułenditir nîye le dunya
lepaş em wez’e hetakû sê sał
hîç ayet nehat bo şay piř kemał
feqet cubre’îl bo sebûrî ew
xoy nîşan eda carcar be piřtew