ey zyayî řûmetit xurşîdî ewcî îstiwa

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  309 Dîtin
ey zyayî řûmetit xurşîdî ewcî îstiwa
qewsî şumşêrî dû ebrût zulfeqarî murteza
nûkî mujganit be tîjî wek senanî xaldî
çetrî zułfeynit bîla şekErebî sayeyî bałî huma
le’lî lêwit her wekû yaqûtî sûrî awdar
ẍebẍebet wek sêw û kułimit gewherêkî şewçira
gerdinit şûşey guław, pustan henarî guł be dem
sîne wek mînayî mey sa’îd mîsalî diłřuba
qametit serwî gułistan ya nemamî baxî xuld
baqî endamî leşî to wek cewahîr ba teła
nazkî û ’îşwe û kirîşmet bê nehayet dił firîb
şoxî û şîrîn kelamît mu’cîzatî kîbrya
sed hezaranî wikû min ’aşiq û şeydayî ton
řoj û şew mecnûn sîfet wêłn le seḧra û çya
min ke serkirdey hemûyanim be wisiłit leḧzeyek
kamyabit qet nekirdim guł řuxî şîrîn leqa
şerḧî ḧałatî diłî mîḧnet zedey şayqNasnava edebî beła
herweha bo xoy bimênê tawekû řojî ceza