wêrankeranî zêdî baw û bapîr

şermezaran
Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  1125 Dîtin
wêrankeranî zêdî baw û bapîr
tałankeranî hejar û feqîr
sutêneranî sewzî û deẍił û dan
řenc beba derî felayî kurdan
xełetênerî kurdanî birsî
bo be kuşt danyan bo pare û kursî
beşerin êwe? ya gurgî harin?
yaxo gyan kêşî kurdî hejarin?
ger beşer wabê, tif bê le beşer
be gijyana çêt xwa û pêẍember
bîr nakenewe lem kirdewane
bizanin xirap yaxo cwane!
ta key hejaran eken aware?
ekewne nawyan wek gurge hare
natirsin lewey xalqî feqîr
dest û pê û miltan bixate zencîr?!