’aşiqî zarit hemîşe şorî ferhadî heye

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  399 Dîtin
’aşiqî zarit hemîşe şorî ferhadî heye
arezûy şîrîn ekat û dad û feryadî heye
dengî nałey dił le sînemda mîsalî tar û ’ûd
řoj û şew bezim û meqamî dad û bê dadî heye
agirî dûrît weha cerg û diłî hênawme coş
’adeta tawî be tînî narî ḧeddadî heye
çawî bîmarit be carê ’alemêk bîmar ekat
nûkî mujganit be îma nêşî foladî heye
qursî řuxsarit qemer perçem sewday dewrî mah
qewsî ebroyşit nîşaney şîrî celladî heye
qamte yaxo qyamet? serwe ya nexlî îrem?
ya qed û bałate? şêwey darî şemşadî heye
key henar û sêw lîmoy girtuwe serwî çemen?
êste bałay to ke wa lîmoy xudadadî heye
bîkuje to bew yedî beyzayewe mûsa sîfet
ew řeqîbet fîkirî cêy fîr’ewn û şeddadî heye
qet nebû řeḧmê be ḧałî şayqNasnava edebîy kat kafre
şahî min le xwa netirse cewrî bêdadî heye