baz diłey kos kewtekem wa meylî giryanî heye

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  343 Dîtin
baz diłey kos kewtekem wa meylî giryanî heye
arezûy zexmî xedengî tîrî mujganî heye
wa bekuł girya ke řûnakî le dîdey xoy biřî
her dełêy ye’qube şînî mahî ken’ane heye
geh leber cewr û cefay yarî legyan bêzar ebê
gah tirsî mekir û telbîsî řeqîbanî heye
derdî dił her kes ke tûşî bû ’îlacî zeḧmete
êşî naz û nêşî merg û bîmî fewtanî heye
kuştimî yarim bełam bo axrî nadîm ebê
çunke kuştin bê guna, bê şik peşîmanî heye
cerg û dił bo çî nîşaney tîrî mujganî deka?
pêy biłên êwe û xwa em nêşe êşanî heye
şehryare dułberim boye le ebro û zułf û řû
řoj û şew tîr û keman, şêr û zîndanî heye
dułberî xełqî wekû estêren û leylay min
tel’etî xurşîd û şu’ley mahî tabanî heye
her kesê meşẍułî ’eyş û ’uşrete û cejnî wîsał
şayqNasnava edebîy bêkes beda’îm derdî hîcranî heye