of xwa çî bikim bedes em załmey dił berdewe

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  508 Dîtin
of xwa çî bikim bedes em załmey dił berdewe
řoj û şew da’îm denałim min be řengî zerdewe
şarî name’mûre sînem piř le şor û şîwene
wexte peř derka diłim, wêł bê be kêw û herdewe
cerg û dił let bû be êş û nêşî mujganî birot
ey gułî nask beden mirdim be êş û derdewe
wextê to dûr bî le pêş çawim qesem bew çawe kałî çawî to
geh be waweyla enînim, geh be ahî serdewe
dił bebê to gyanekem teskîn û aramî nîye
da’îmen her wa be fîkirî gerdinî bê gerdewe
mang û xor nûryan leřûy piř nûrî to wergirtuwe
’eksî ’etir û naskî toye be ẍunçe û werdewe
çawî to bazařî şu’ley muşterî û zuhrey şikand
berq û baq û nîm nîgay dyare le jêrî perdewe
mûnsî řoj û şewm ’eşq û xeyałit wîrdî dił
toyş hemîşe bîr û hoşt wa belay namerdewe
çon le daxa şayqNasnava edebît negrî û nenałênî be zar
to be keyf û bezim û řezim û ew be nałe û derdewe