kilîlî qufłî qapî muşkîlatim

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  360 Dîtin
kilîlî qufłî qapî muşkîlatim
fereḧ bexşî diłî meḧzûn û matim
nesîmî subḧî newrozî umêdim
gułim toy çawekey awî ḧeyatim
hîlalî řojî cejnî bê umêdan
hesêrey řûnî îqbałî wiłatim
ezanê xo emin sewdazedey tom
esîrî mîhir û merbûtî wefatim
hewaxwahî hewaxwahanî xotim
be gyan û dił hemîşe gyan fîdatim
le diłma xem leser xem komełî best
nemawe taqetî sebir û subatim
be ḧałim ger bizanît çend peşêwim
bebê perwa ekoşî bo necatim
eger řeḧmê nefermûy to be şahoNasnava edebî
be naçarî ekem terkî wiłatim