kilîlî qufłî qapî muşkîlatim

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 1 minutes  358 views
kilîlî qufłî qapî muşkîlatim
fereḧ bexşî diłî meḧzûn û matim
nesîmî subḧî newrozî umêdim
gułim toy çawekey awî ḧeyatim
hîlalî řojî cejnî bê umêdan
hesêrey řûnî îqbałî wiłatim
ezanê xo emin sewdazedey tom
esîrî mîhir û merbûtî wefatim
hewaxwahî hewaxwahanî xotim
be gyan û dił hemîşe gyan fîdatim
le diłma xem leser xem komełî best
nemawe taqetî sebir û subatim
be ḧałim ger bizanît çend peşêwim
bebê perwa ekoşî bo necatim
eger řeḧmê nefermûy to be şahoPen name
be naçarî ekem terkî wiłatim