zamî konim hate so kosêkî tazem kewtewe

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 2 Xulek  458 Dîtin
zamî konim hate so, kosêkî tazem kewtewe
ba binałênim lemewla ca be derdî mewtewe
ger qeyas ken talî’î şûmim be xoşbextîy řeqîb
her wikû mahe be nîsbet çałî qîr û zewtewe
min le řojêko giriftarim bedes gerdûnewe
daymen gêřawmî wek ’ewdał le řêgey çewtewe
sînekey piř agirim cana letaw hîcranî řût
dengî kirpey dêt wekû agir be çawey newtewe
lêw û xał û zułf û řû dîde û muje û ebroyî to
yek beyek bo min ’ezab bûn dad be des her ḧewtewe!
leşkirî mujganî xwênřêjit be goşey nîw nîga
tîre baranim deka herdem be lence û řewtewe
dił be dewrî şem’î řûta şew heta wextî seḧer
her wekû perwane, ta bê bał nema, nesrewtewe
arezûy seyranî baxî ḧusnî toy kird dił ke çî
bû be dawî zułfekey çînî syay wek şewtewe
asman girya be eḧwałim ke dîy zar û zelîl
min giriftarim bedes dû nergisî piř xewtewe
pêç e xom wek mar û etlêmo be ax û daxewe
nałe nałim dê be dengêkî kizî bê sewtewe
nadrê şerḧî peşêwî ḧałî zarî şayqNasnava edebît
elwîday axrye zahîr wa beser řêy fewtewe