lêwekey ałit dełên ’aşiq le sûtan berdeda

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  2919 Dîtin
lêwekey ałit dełên ’aşiq le sûtan berdeda
zeřřeyek nûre bełê agir le însan ber deda
min le sîřřî ḧîkmetî çawit ’eceb mawim, ’eceb!
ew nexoşe xwênî qelbî min be mujgan ber deda
ejdehay zulifit telîsmêke le sîḧrî bablî
mîhrî agir şu’le degrê, mahî taban ber deda
hîndûyî xałit wenêw baẍî cemałit kewtuwe
baẍeban xanexera bê! boç gułistan ber deda?
lêwî yaqûtit eger qûtî řewanî ’aşiqe
pêm biłê wechî çîye agir le însan ber deda
zarî to gułzare xo, boç abî ḧeywanî heye?
serwî to azade, boç narinc û řumman ber deda?
lêwî ałit çawî kałit bûne fîtney dîn û dił
ḧeqyetî - balilّhErebî - wefayîNasnava edebî dest le îman ber deda!