kakołî bedem bawe ke bada be bedenda
Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
1 Xulek
1711 Dîtin
kakołî bedem bawe ke bada be bedenda
bazařî şika nafe beser çîn û xutenda
turkane gułim perçemî kewtote ’îzarî
wek sunbulî aşufte leber bergî semenda
ta hewrî beharî nebzût ẍunçe nepşikût
boye degrê xende beser giryeyî minda
goya wekû min bew qede sewdayîye zulifit
sergeşteye wa ta berî pêt çîn û şikenda
min kuşte eto bew deme şîrîne mesîḧNava taybety
min teşne eto abî ḧeyatit le zeqenda
hêşta diłekem serxoşe nayêtewe serxo
saqî be kerem dwênê ke camêkî be men da
maçêkî demit xwênî şehîdî serî zulfe
sa ew deme wa bêne emin xom le řesen da
zulf û řux û leb, ’arîz û xet, zayqebexşin
wek zuhre le şew, mey le qedeḧ, guł le çemenda
key besteyî zeřřêke dused berqî lu’alî
ew xende meger mu’cîze wa dê be dehenda
bo řojî nîsarî qedemit eşkî wefayîNasnava edebî
mirwarîye, perwerde lenêw kanî yemenda