dîsan diłekey piř kedirim mat û ḧezîne

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  505 Dîtin
dîsan diłekey piř kedirim mat û ḧezîne
bo dîtnî diłdarî be ah û be enîne
wek bułbułî ser çił le fîraqî gułî gułzar
şeydaye xerîkî ceze’ û şîn û girîne
kulrayewe dîsan be mujet zamî derûnim
çî bikim ledes em êşe hemûy kone birîne
her satê be derdêko enałê diłî zarim
řojê nîye sakin bê le em nałe û şîne
semtûre meger sîneyî piř coş û xiroşim,
wa dengî ewend matem û xembar û ḧezîne?
eşkim ke letaw ’eşqî gułî kułmî nîgarim
şayqNasnava edebî deřjê giştî ełêy qetreyî xwêne