turk û êran û ’êraq her sê wîfaqî kirduwe

le tarîxî 1955da mu’ahedeyek kira ke be «mîsaqî beẍda» meşhûre bem hoyewe em destebeste bêjrawe.
Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
 2 Xulek  963 Dîtin
turk û êran û ’êraq her sê wîfaqî kirduwe
bow girê nekiraweye ’ehd û mîsaqî kirduwe
xwênmijî gewre ke her neşrî nîfaqî kirduwe
bem bînay destikirdî xoye îltîḧatî kirduwe
em girê nekiraweye buřkanî şerqî ewsete
kûreyî ateş fişane gerçî êsta let lete
em girêyey mîlletî kurde le dewrî berdewe
sed cîhangîrî nehêşt kuştî be dax û derdewe
xwênî serdar û sepanî wa be deşt û herdewe
nakewête dawî sê ḧelqey ’edûy namerdewe
wek çyakanî, biłind û diłřeqe em heykele
cûłeyêkî pê nekird sed gêjełûke û zelzele
dwa henasey jînye, turkî le pê kewtûy nexoş
xoy le êran şarbeder ekirê şehî mîllet firoş
îş le dest xoya nîye esłen ’îraqî kelle boş
syasetî îngilîze em sê nokerey hênaye coş
qewmî kurd pêwend û zincîr ken be dest û qołewe
pasewanî newt û řêga bin be bar û kołewe
turkyaNava taybet ba xwên biřêjête furatNava taybet û dîcleNava taybetwe
ba qenarey şa, le kara bê be qehir û cehlewe
ba ’îraqNava taybet zîndanekan piř ka be zana û ehlewe
ba syaset espî taw da le řêgay sehlewe
mîlletî kurd her be milyon canfîda û řołey heye
řojî xoy em zułim û zore yek be sed tołey heye
ey piłingî zagrusNava taybet û pasewanî nîştiman!
warsî tenhay mułkî mad û şahanî keyan
îmřo řojêke, tenazu’ bo beqa û man û jyan
hełmetêkî wa berin dujmin bixate اەلئەمانErebî
quřg û tengî naw çya piř ke le laşey dujminit
haydirucî û zeřřeyî bê sin’ete pyaw û jinit
hełmetî řumNava taybet û ---Teksta ne aşkira ba pîrî to gîrayewe
mîlletî kurd dawî bo ceyşî meẍolNava taybety nayewe
sed helakoNava taybet û şahî teymûrNava taybet hate naw em kayewe
qewmî ême her be azadî le cêy xoy mayewe
em telîsme babeNasnava edebî xelîqet xoy dirustî kirduwe
sed hezar qeyser be me’yûsî le daxî mirduwe