pirsî kesêkî ehlî fezîlet le dêwe zen

Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
 1 Xulek  934 Dîtin
pirsî kesêkî ehlî fezîlet le dêwe zen
bo munzewît û kûpe epoşî wekû kefen?
binwaře řyazî ekadîmay weten
layê ’ilûmî ḧîkmete, layê diřûsî fen
ḧîkmet firoşî dehre felatûn be řoj û şew
řom û feřeng munnewere, êsta be nûrî ew
fermûy ke her dû dersî edebman le medrese
wergirtuwe le felsefe û ḧîkmet û ’ilûm
ew çunke bextî yare, be şoret yekem kese
gewrey felasîfey hemû dinyaye lay ’umûm
min bext û tal’im bede, menfûrî ’alemim
tenha ejîm be derdewe babeNasnava edebî řefîq kemim