şew bû şewêkî tarîk û nûtek wekû diłim

Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
 1 Xulek  1413 Dîtin
şew bû şewêkî tarîk û nûtek wekû diłim
cûłayewe le mêşkî mina fikirî ser çiłim
bo êste diřk û dałe hemû baẍî piř gułim?!
bo daybiřîwe tewqî îsaret gwêy milim?!
bo nîştimanekem le hemû lawe kunkune?!
bo pyawî tya nemawe hemû layê her jine?!
em małe małî kurde, le bawik û birayewe
em xake xakî kurde, be erz û semayewe
her xwên û êskî kurde, be deşt û çyayewe
sed şah û sed emîrî le nawa twayewe
her qewmî kurde, êstake mawe be barewe
her lawî kurde, gerdinî berzî be darewe
hawar ekate êwe, le darî qenarewe
mirdin weha muqeddese, memirin be ’arewe
dîlî bese, esîrî bese, ’esrî bîsteme
kujran û ḧepis û derbederî, bo weten keme
ey qewmî kurd! xeber berewe nûstinit bese
dewrî finun û ’îlme, xeřek řistinit bese
bo yektirî diřindeyî û gestinit bese
bo def’î xesim û dujmin yekxistinit bese
îtir besî bê babeNasnava edebî řya û xwênî yek mijîn
ger bibîne yek, beřastî azad û ḧuř ejîn