le te’rîxî hezar û sêsed û sî û şeş ke meşhûre

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  460 Dîtin
le te’rîxî hezar û sêsed û sî û şeş ke meşhûre
seferber çû giranî hat û şêwa şar û me’mûre
gelê şah û emîr û qazî û muftî ke sûrgûn bûn
gelê zengîn û ḧacî na’îlac muḧtacî hamûn bûn
bizanin maderî dunya ke memkî naye dem zatê
ke sed ḧewlîş bijî, ḧewlîş bida ḧulêkî nadatê
minîşî wa zebûn û ’aciz û řût kirdewe gêtî
apardî malmî hip bizbitun şu bî wifa gêtî
ke řût û sûkî kirdim meqsedî wabû ke bimhawê
be şax û derbenî dêlêjeda bimda weya xawê
le sayey lutif û îḧsanî xuda û hîmmetî pîrî
le zerbey tîẍî çerxî bê ser û pa nemdî te’sîrî
’eceb qutbê, ’eceb pîrê ke nawî şêx řeza sûre
meqam û merqedî dêlêjeye me’lûm û meşhûre
zyaretgahî xas û ’ame nezdî ’alîm û ’amî
keramat û meqamatî mîsalî şêxî bûstanî
fyûzatî zerîḧî aşkara azhir min alşimsErebî
lidî altiḧqîq awqatErebî fisûlî erbe’ û xems
ke da’î sałî qatî çûme derga û merqedî pakî
diłî tengim mufeřřeḧ bû nema asarî ẍemnakî
le paşî fatîḧaxanî û zyaret kirdin û te’zîm
witim ya şêx řeza sa hîmmetê şî’irim bikey te’lîm
bîḧemdîlla îtir lewsawe karim şî’ir danane
kesê mîwanî sułtane çi bakî awe ya nane
ẍezel kota ke menzûmey dirêj nextê melel dênê
mebada kes le beytî to ’eqîdey ew xelel bênê
ke lezzatî le zatî şêxî dî zatî şika boye
ke saḧîb zate sabîrNasnava edebî her wekû tûtî suxengoye