heway weyşûmey meylekey diłdar -2

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  382 Dîtin
heway weyşûmey meylekey diłdar
mezre’ey şadîm fewtan we yekcar
xisûsen wefa û cewr řûzgar
girew berdewe ce bê meylî yar
dił çi qeyd ẍem azad nimebo
zerwazey şadî guşad nimebo
ta urdiwî şadî wesłekey azîz
maway supay ẍem nekero naçîz
ba dił we ḧerbey mujgan diłdar
nawerû zamî çem nebû xûnbar
sa bexte awê bidu we çemda
ba tabûr ẍem bidu we hemda
ey bext û zeman, ey cewr û sitem
meynet û cefa, ẍem weban ẍem
ya řeb we ḧacet řesûl ekirem
yaran wêney min newînan we çem
peşêwim wêney qeys ’amîrî
nawim necmedîn leqeb sabîrî
ya malk almilk, sitar al’îwibErebî
wenem bibexşî sebrekey eyyûb
ya diłey ẍemgîn we wêney ye’qûb
axrî řojê bigem be metlûb
be cah ayey sibi’ alimsanîErebî
şadim key wêney pîrî ken’anî
sabîrîNasnava edebî nexoş bê dewa û tebîb
sebir ke zirb aliḧbîb zibîbErebî