şewqî yarî wa le şarî sînema
Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
1 Xulek
924 Dîtin
şewqî yarî wa le şarî sînema
her demî řengî dîger, wek sînema
herkesê carê bibînê yarî min
xawenî sed kîse bê filsî nema
çunke yûsif hate naw bazařî mîsir
şîddetî qatî nema, birsî nema
bendekey şukirî xuda dênête cê
wa řeqîbîş êskî qursî nema
şukirulîlla naḧyey dił sabîrîNasnava edebî
ta biłêy asûdeye tirsî nema