heway weyşûmey meylekey diłdar

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  436 Dîtin
heway weyşûmey meylekey diłdar
mezre’ey şadîm fewtan we yekcar
qazancim ẍeme legeł sermaye
îtir çi bakim germa û sermaye
ẍem le cêy xoşî na’îb menabe
’uşřetim mudam bade û şerabe
mutrîba le çaw minit kewtibê
meqamê biłê kes nejnewtibê
ẍem bê ḧîsab û ser û samane
sedaket şîfay derd û zamane
bedił tîmar ke zamî bîmarê
lew dem û meqam řeḧmet debarê
zamar ḧerbey mujey diłdarim
boye wa mudam dîde xûnbarim
meger birînim wextê sařêş bê
min û yar îtir ne kes ne xêş bê
ey bexte awê bide we çawda
ewa sûskey dił xinka le dawda
řeḧmê ke be ḧał giranîy derdim
be řengî zerd û henasey zerdim
ya min bedbextim ya yar bêzare
wa řengim xezan eşkim behare
şêwawim wêney qeysî ’amîrî
nawim necmedîn leqeb sabîrî
nexoşî batîn eger zahîr bê
mesłeḧet waye bende sabîrNasnava edebî