59

beyanê meratib û medarcê sulûk û wisûlê «îlî alilh» û merasmê fenayê «fî alilh» û beqayê «balilh»
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 6 Xulek  869 Dîtin
saqî were bêje min çi lewne
ev kewne xyale yan xewne?
te’bîr meke ku ew betale
teswîr meke ku ew xeyale
aẍaz eger çi řeng ḧeyate
encamê ḧeyatê wî memate
ye’nî ku wicûd bê wicûde
xweş xilqete ḧeyf bê xulûde
eflak û ’enasir û mewalîd
exlat û teba’i’ û meqalîd
vêkřa di bidî’ alaştirakErebîn
têkda di sirî’ alanifkakErebîn
ser rişte’ê gewhera beqane
sermaye’ê ’illeta fenane
hindek di seqîl wihin xefîfin
hindek di xefî wihin letîfin
her çend ji bo me esil û bîxin
her çar ji bo me axşîxin
agir vemirit hewa hewaye
av er çikya heba hebaye
eflak misalê asya bin
hemware bi çerx û inqilabin
dexlê li wî aşî ademîne
metmûre’ê erzî ardelîne
ew dane bi newbet û tewalî
da’im diř jin ji dev cwalî
herçî ř jya dibit mucezza
jêkřa dibtin dibin muherra
texmîr dikin ji nûve tekirar
ew qalbê qelbe qabil alnarErebî
ew çend dikêşin ew syaset
razîneb merteba necaset
fî alcimlihErebî ne murde wine eḧya
ber mucbê la yimutErebî û yeḧya
îlaErebî ku nefîs û pak tînet
ye’nî ku nufûs nîk sîret
dihqan bi xusûsyet hilînit
wê dane’ê xasihErebî biçînit
ḧeta neřizit hilak nabit
nariskit û qenc pak nabit
weqtê risya û bûye xûşe
wê dê biqutin ji bûyî tûşe
aşê dev û çeqçeqa zebanan
ava dihen û berê didanan
ew çend ewî dev didin dihêrin
ew çend di şehrê ten digêřn
ew çend diqutin wê ev ’emeldar
ḧetta wekû hûr bibit wekî ar
ḧasil ku ji paşî wan cefayan
dê bête teserrufa qwayan
geh cazbe batnî vekêşt
geh maske bigvişt bi êşt
dê hazmebît ewê biket hezim
dem daf’e bît ewê biket kezim
tennurê me’îde wê bibêjit
herçî ku xerabe jê biřê jit
tes’îd bikin heçî letîfe
tenzîl bikin heçî kesîfe
paşî ji wê eltefê cuda kin
temîyz bikin ji hev bela kin
tebbaxê ḧerareta ẍerîzî
sebbaẍê mumeyîzê temîzî
tewzî’ biket li cisim û e’zan
me’mûr bibit cihat û erkan
dîza ceger û dilê zucacî
teqtîr bikin meya mizacî
ḧasil ’ereqa meya ḧeyatê
teqtîr ku bû wekî nebatê
hêja ji zuhûrê van şu’ûnan
bû qablê ’alema butûnan
geh ẍûtê dixut di beḧra ma’ê
řengîn dibtin demek di ma’ê
dem ’eqid dibit ji bo wî terkîb
teswîr dibit bi nezim û tertîb
terkîb ku bû misalê mercan
bû ’ekis pezîrê pertewa can
ew can çye? muhceya nebatê
ew muhceye menşe’a ḧeyatê
hindî wekû saknê butûne
xamûşe û xwarna wî xûne
weqtê ku ji mezre’ê xefayê
ew sebzeyê ter biket numayê
wê sebze’ê dem bi dem bixûnê
dê av bidin ji paşî bûnê
baranê ji feyzê bit mededkar
ew dane dibîte nexlê bê bar
sersebirz dibit ji berg û baran
ger lê bwerit ji feyzê yaran
ew sebiz ku bû nihalê serkeş
serxiweş geřya ji mêwe’ê xweş
ew mêwe dema giha kemalê
bû mezherê pertewa cemalê
ger la’qî ’izzeta emîre
wer derxurê ḧezreta qedîre
wê hil digirin ji bo dyarî
bê wastewê diben dyarî
fî alḧalErebî ku çû dibîte meḧbûb
navê wî li wî dibîte meczûb
ev nexle ne wafir alfiru’Erebîn
lê zêde di nadir aluqu’Erebîn
wer mayî wisan li ber hewayê
ew dê çite me’sera cefayê
lazim ewe peřweşê bibînit
terbîyetê derxurş hilînit
geh puxte bi aftabê şer’î
geh suxte bi mahtabê wer’î
gava pijya giha kemalê
weqta ř jya ji ser nihalê
ḧetta nekevit ji ewcê ’izzet
ḧetta negehîte xakê zillet
ew nabte salkê terîqê
wê nabne me’sera ḧeqîqê
ev řengehe dest bi dest bi řêve
ew mertebe mertebe bi wêve
ew mêwe bixut kemalê zerbet
ew luqme’ê xweş bibîte şerbet
ew şerbet eger şirîne xame
wer teḧle û tirşe natemame
ḧetta ne bi destê pîrê meyxiwer
ew hilkeltin di xummê ekber
gava ku di wê ve kel bi serket
weqtê ji xumê mezin bi derket
ye’nî ku ji kesreta sifatan
ew tey biketin tecellyatan
alqisihErebî ji germya cemalê
ḧasil ku bi şewketa celalê
cewher ku temam muzmeḧil bit
teşbîhî ’erez ku munfe’il bit
germîyetê wan tecellyatan
wan muḧirq û wan muqewuyatan
tenzîl bikin ji wê ẍubarê
tes’îd bikin ji wê buxarê
xals ku bibit ji paşî tes’îd
hêja diçîte meqamê tecrîd
cewher ji ’erez ku bû mucerred
datînte bo te ê mucedded
ew bo te eger çi tenginaye
seḧrayê fenayê dil kişaye
hemřengî suraḧî û peyale
hindî wekû sore yane ale
hêja nebûye reḧîqê mextûm
hêja neçûye meqamê me’lûm
hindî ji xwe wê hebit û wicûdek
nînin ji xudê ewî nimûdek
bê meşrebe’ê wefayê şahî
ew naçte meşreba îlahî
fanî nebtin fenayê mutleq
nabîntin ew beq’eyê baliḧqErebî
fanîtî ji bo we řa beqaye
baqîtî ji bo we řa liqaye
emma ne bi ittisal û ilḧaq
belkî ku bi infisal û itlaq
ev řenge diket muradê ḧasil
anca dibte murîdê wasil
ya reb çi dibit ji ber me koran
carek tu vedî ḧicab û tořan
bînende bikî emê di ’aciz
bê perde wibê ḧicab û ḧaciz
deryayê yeqîn biket temewuc
em jî bikerîn demek teferruc
ev zenin û guman û ’ilim û teqlîd
tebdîl bibin bi ’eynê tewḧîd
esbab û wesîle qet nemînin
carek te musbibî bibînin
îman me heye bi zatê wacb
imkanyeta me bûye ḧacb
dîsan ji me her tu me xelas ke
ya reb me ji bo xwe řa tu nas ke
ev seyr û sulûk û teyê menzil
mexsûse ji bo murîdê muqbil
kengî ji me řa dibit muyesser
xalq ji ezel neket muqedder
lewra ku xerabî û qebûlî
nînin bi feza’il û fuzûlî
’abid bi ryayekê hilakin
’asî bi ricayekê dipakin
’alem ku wekî xyalê zille
san’ bi xwe hadî û muzlile
ew tînne menzera xyalê
ew têxne perdeya delalê
lê daye me cuz’ê ixtyarî
nefsa me pelîd û ḧîlekarî
ew jî birye ji dest me naçar
em mane û letfê ḧeq mededkar
bes qenc ji bo me ’amyan řa
her ev bese bo me ’asyan řa
jewwel ve xudê bi ḧeq binasîn
her çend qusûr û kêm û kasîn
paşî bi dilê xwe jê bitirsîn
dînê xwe ji ’alman bipirsîn
çawa ku dibêjin em wisa bîn
ḧetta ku ji rû dinê wefa bîn
pala xwe bidîne lutfê barî
belkî me bi bexşitin ji narî