58

isbatê xewas û kemalê cewherê ’işqe ku kîmyayê ekber û gugird eḧmere ji bo xudanî lewra behîmî û duřindî û şeytanyê dikete melek di nefsa insanî
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 2 Xulek  928 Dîtin
ey mustem’ê misal û teswîl
wey muctehdê qyas û te’wîl
xanî ku ji camê ’işqê dîn bû
ew şoře şerab pê şirîn bû
ew çend vexwar ewê nehşyar
agahî nema ewî ji guftar
mestaneye ew bi keyfê me’mûr
dîwaneye ew bi ’urfê me’zûr
mexmûre û badenoş û serxiweş
lew bade firoşe û muşewweş
herçî ku dibêjtin hewaye
ger guh bidnê newayê naye
ew ney ne ḧelal û ney ḧerame
bê perdeye lê ne bê meqame
kurdî ’erebî derî û tazî
terkîb kirin bi hezil û bazî
hindek ji fesane’ê di buhtan
hindek di behanehên di buhtan
buhtî û mihemedî û silîvî
hin le’il û hinek ji zêř û zîvî
xermuhre û mork û mirarî
hindek di şefaf wihin di tarî
tersî’ kirin wekî biçûkan
înane bi qeyserî û sûkan
hin qisse wihin ji wan misaln
hindek di ḧeram wihin ḧelaln
her qisse ji ḧisse behremendin
her emsileger bizanî pendin
lêkin wî ẍerez ji gufit û goyê
meqsûd ji hinde cust û çuyê
zahirkirna cemalê ’işqe
sabit kirna kemalê ’işqe
’işq ayîne’ê xudan numaye
xurşîd sifet xudan zyaye
ẍafil mebe ji ’işqê fî aliḧqîqihErebî
ey rahrew eqirb altirîqihErebî
xweş cewhere cins kîmyaye
qedrê wê bizan giran bihaye
teb’ê wekû sifir wibê celane
qelbê wekû qelp wiya qelane
ev cewhere wan diket mutella
ev seyqele wan diket mucella
herçî ku kesek biket irade
ya ’işq murîde ya murade
ayîne’ê ’eksê bê misale
gencîne’ê sirrê bê zewale
kes nîne ji ’işqê bê eser bit
mumkin ku ji zewqê bê xeber bit
her kes bi qyasê himmeta xwe
dê serf biket iradeta xwe
lê ekserê ’amyan nezanin
nefsa xwe ji bo xwe ř a nizanin
nabalẍ û ebleh û sefîhin
ya zahd û sûfî û feqîhin
ew cahil û ummî û sefîln
bê murişd û rehber û delîln
naçar dibin li ’işqê ba’i’
neqdê xwe didin bi cinsê za’i’
hin serf dikin bi ’eyşê dunya
hin pê dikiřn serayê ’uqba
ev herdu celeb dibin zyankar
meḧrûm dibin ji zewqê dîdar