57
misalê serencamê benî adem û mal ne bi ḧeseb zahrê sûretê ḧale belkî mute’elliqê batnê me’na û mewqûfê meşîyetê «zwalcilalh»
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
4 Xulek
1232 Dîtin
agah ji ḧalê dewr û eyyam
ev řengehe gote min serencam
go: pîrekê mihirdarê ’aşiq
qewlê wî ji řengê subḧê sadiq
weqtê wekû ew dibû muraqib
rûḧa wî dibû li cismî ẍalb
esrar dibûn li wî dyarî
nêçîr dikir li ’erşê barî!
ẍa’ib ku dibû ji ’alema gil
ẍalb ku dibû li ’alema dil
qelbê wî ji sirrê lewḧê meḧfûz
her leḧzedbû bi keşfê meḧfûz
zahir ku dibûn ji wî keramat
ageh dikirin xudan meqamat
wî pîrî bi xewn eger bi ilham
ev řengehe kir ḧeqîqet i’lam
go: çûme dyarê baẍê rizwan
min dî du hezar ḧûr û ẍilman
balcimlihErebî di qesrekî ’elemdar
ew qesir bitun ji durrê şehwar
yek şubhî bekir bi tac wibin peř
westaye li ber derî muqerrer
çoganekî ḧeyzeran di des bû
emma m nizanî ew çi kes bû
min gote wî: ey xudan meratib
aya tu xudanî yan ḧacb?
go: şeyx tu ma nizanî kîme?
ez ew bekirê ku qapoçîme!
ez muşterkê memê û zînim
lew lêrehe astan nişînim
ev qesre ku heşt tebeq ’eyanin
yek ya mine ḧefit tebeq di wanin
ez lêre emîn û dest bi darim
lêkin di vî mulkî ḧussedarim
her çend bi şeklî pasbanim
emma bi mekan şerîkê wanim
min gote wî: ey niku serencam
waziḧ bike ḧalî bo min i’lam
her çend kerema kerîmî ’ame
barî bi çi da te ev meqame?
go: şeyx tu hê ji nebûyî ’arf
emma di dinê tu bûyî waqif
ez ger bi xeber reqîbê wan bûm
lêkin bi nezer ḧebîbê wan bûm
min ew ji dinê bi paşve kêşan
mu’tad kirin bi derd û êşan
xweşya di dinê li wan bi der dan
munqad kirin bi daẍ û derdan
ew çend m dane wan syaset
ḧetta wekû bûn xudan ryaset
lewra m li zerrê wan xeber da
ḧetta ku serê xwe tê bi der da
ev herdu cihan bi hev hewîne
ev zerre li zerrê hev qewîne
ḧetta wekû ber nedî tu yêkê
nabînî çu lezzetê ji yêkê
ew zerre bi wan m daye berdan
kêşaye bi asman ji ’erdan
min da’ye wan bitûn beḧeştek
wan da’ye min ji baẍî xeştek
şeyx mayî li guhtina wî guhdêr
go: ey şeqîyê te ’aqbet xêr
tacdîn ku tu kuştî bê cinayet
barî bi wî řa çi kir ’inayet?
go: ’efu kir ew cenabê barî
bû cennetî û neçûye narî
xellaqî xerabî û xebîsî
bexşîne wî cennetî nivîsî
’alem ku bi dest xerabya min
’aczikirî bû fesadya min
kuştim wî ji bo nizamê ’alem
bo raḧetya ’ewamê ’alem
zahir wî eger çi kir qebaḧet
batin buwe raḧet ew qebaḧet
şoln hene zahraًErebî xerabin
fi’iln hene surًErebî sewabin
yek ’edle li sûretê cefayê
yek qehre di kiswetê wefayê
lê perde keşê rumûzê ḧikmet
bê siř nekir ew kunûzê qismet
tewzî’ nekir li ’amê nasan
mexsûs ewî da nedîm û nasan
ew siř wî nekir ji bo me me’lûm
hin muḧirmin û hinek di meḧrûm
sed şukir ezê xerab û tacdîn
meḧza bi te’elluqa mem û zîn
meḧrûm nebûn bi puř gunahî
bûn mezherê reḧmeta îlahî
ey dost bi dil be yarê qencan
ya qenc bibî neyarê qencan
ew qencin û qencîyê dizanin
lewra ku xerabîyê nizanin
hindî ku bikî bi wan cefayê
ew dê bigeřn bi dil wefayê
zinhar! mebe muḧb xeraban
ne dost wine du jimnê kilaban
ger dost bî dê bikin te mirdar
wer du jimnî dê bikin birîndar
ev himmete xasê ’aşiqane
ev mertebe rahê sadqane
xelqê ku wekî bekir şeqîne
fi’lê di wî cumle naḧeqîne
yan şubhetî tacdîn di cebbar
qettal û dilawer û cigerdar
me’fû biketin kerameta wan
meẍfûr bibin ji himmeta wan
teqwîyetê wan bibit mededkar
teb’îyetê wan biket sezawar
ev remze ḧeqîqeta letîfe
iz ’an bike nukte’ê zerîfe
iz’an bike mes’elê, muderirs
texmînê mesaḧetê, muhendis
du jimin ku ji ’işqê behrewer bin
bes dost ne dê di mu’teber bin
ev řenge te’elluqa reqîban
bes çende tefewwiqa ḧebîban
xasma ku muḧb bibîte meḧbûb
ew talbê ḧeq bibîte metlûb
ḧeqqa ku tenê wî ḧeq dizanit
qet ẍeyrî wî kes bi ḧeq nizanit