qeddî yarim serwî baẍî cennet û azadeye

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  361 Dîtin
qeddî yarim serwî baẍî cennet û azadeye
tel’etî manendî ḧûrî zor letîf û sadeye
çawekanî da’îmen mestî şerab û badeye
bê beła bê yaxuda bo kuştinim amadeye
herçî têfkirî perêşan û nexoş û zamdar
dad û hawarî le zułim û cewrî ew celladeye
sedhezar esfendyar û řostemî mazenderan
hate meydan û serî bê leş kira lem cadeye
herkesê dersî le kin ustadî çawî wergirê
kemtirîn tullabî ew ustade axir madeye
bûl’eceb efsûnger û çabuksewar û sefşikên
xełkî ḧeyranin le mekir û nazî ew şazadeye
sabîrîNasnava edebî ełbette lay ew çawe dersî xwênduwe
boye wa serbeste lem berqapîye bem řadeye