sibeynanê witim ey nazenîn û şahî lêw’ałan
Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
1 Xulek
567 Dîtin
sibeynanê witim: ey nazenîn û şahî lêw’ałan
gunahêkî nebû dił, dawî zulfanit le pê ałan
hezar îftade lew meydane wirya bûnewe wityan:
eme şwênî keř û lałane nek bê ’eqił û mindałan
hemû zamar û xamoşîn, hemû huşyar û siř poşîn
weger ne şubhî kwêrî bê, ’esa eřmîye nêw çałan
eger to şêxî bermałî, be ême nakirêy ḧałî
gelê kes hat û tawî da û zînî espî damałan
eger xo to xudanasî, wekû masî keř û kasî
we îlla wek segî pasî, çîye nałan û dermałan
be řeng û řîş derwêşî, be xułq û xû bed’endêşî
’eceb espêkî serkêşî, xuda bitxate jêr pałan
gelê kes sabîrîNasnava edebî lem astanî yare hat û çû
be hêwaşî û bê dengî egryan û eyannałan
hemû kes sabîrîNasnava edebî lem astane behrewer nabê
meger bê deng û xamoşan û řût û bê serumałan