xuda haware emşew dulberim lê dabřa çî bikem

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  437 Dîtin
xuda haware emşew dulberim lê dabřa çî bikem?
şerarey agirî dûrî le sînem hełgiřa çî bikem?
leber derd û ẍemî yarim nexoş û xane bêzarim
wekû mecnûn diłim bo çoł û seḧra hełxiřa çî bikem?
xuda řojî ecel giryan û quř pêwanî pê bexşîm
be emrî ḧeq wicûdim hełnekêşim le quřa çî bikem?
qełem řojî ecel bo ême her derd û ẍemî nûsî
hemû řoj ger nenałênim le naw xak û quřa çî bikem?
qisey bê fa’îde û bê cê, zerûret pêm neka naykem
eger girye û fuẍan nakem ke aramim biřa çî bikem?
hemû ’alem be bergî cejnewe sermest û xoşḧałe
eger qani’ nebim sabîrNasnava edebî le nêw bergî şiřa çî bikem?
negeyye damenî ḧusnî henasey sabîrîNasnava edebî yaran
le dunyada be bednawî ke min zengim ziřa çî bikem?