le xewda şer’ û dînim dî degryan

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  1289 Dîtin
le xewda şer’ û dînim dî degryan
be destûrê ke mirdû bê pideryan
ke çawim kewte şîn û bawkeřoyan
dił û cergim le tawa bûne biryan
egerçî diłřeq û ẍerqî gunahim
minîş bûme şerîkî derdeseryan
lepaş em şîwen û giryane pirsîm
ke çî bû ba’îsî derd û kederyan
cewabyan da be dengî nerim û meḧzûn
leber azar û sûtawî cigeryan
birader te’zîyey şêx û melaye
le dunyada nema şwên û eseryan
ke ehlî dîn nemawe ehlî dunya
hemû dûrin le emrî pêẍemberyan
çira bikujêtewe tarîke dunya
pider mird û hetîw ma řût û ’uryan
îtir bê ḧurmetî şêx û melaye
xusûsen ’alîmî mêzerbeseryan
ewan bûn qedrî şer’ û dîn bizanin
neman û şer’ û dînman quř be seryan
musułmanî emêsta îsim û řesme
perêşanin be xizmet ga û keryan
pena be xwa le şeřî em zemane
zuban bigirin nebin tûşî zereryan
le ebna’î zeman dił heł’eşêwê
nezîk û dûr ḧezeryan ta seferyan
be şerbe û şorba řazî be sabîrNasnava edebî
beşer ba bêne şeř dûrî le şeřyan