ey şu’a’î ḧusnî to řoşin deka tîre muẍak

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  816 Dîtin
ey şu’a’î ḧusnî to řoşin deka tîre muẍak
xorî ya ḧûr û perî ya řoḧî! ey ruḧî fîdakErebî?
fermû seyrî ke nexoşanit ke muştaqin be can
ba wicûdî aftab gerçî debê şewnim hîlak
kaşkê řojêk dehatî des be tîẍ û xeşminak
xom be yekcarî dekird xełtan û ẍerqî xwên û xak
çakî damen hełke ba çiłkin û xwênawî nebê
çunke cêy bałaye da’îm saḧîbî damanî pak
bo numayş xoy nîşan da ’umrî xełkî da be bad
’adeten wextê ke xor hełdê debê şewnim be xak
çawekem ummêdî wesłî toye mayey jînme
ba be řûzerdî neçê řoḧim be nêw eřwaḧî pak
sabîrîNasnava edebî têfkire yarit lêwî xoy boç gestuwe?
ye’nî wiskut! em qise bêserfe nazanim be çak!