ta ẍubarî řêgekey dênim beçawa bo şeref
Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
1 Xulek
1222 Dîtin
ta ẍubarî řêgekey dênim beçawa bo şeref
çawekem bê meyl û dił keyle le azar û esef
şew ke sułtanî xeyałî ḧemle dênê sebrî dił
nayełê manendî ḧuzin û dengî çeng û nay û def
çerxî kone pîrî kirdim taze îkřamim eka
saqî û mey, mutrîb û çeng û řubab û nay û def
ta cewan bûm pîre dunya kameranîy pêm neda
pîrî kirdim taze bo çî ḧesret û ax û esef?
dulbera lem xaneyî xewf û řecada ta be key?
çaw û ebro em dełê eyn almeferErebî ew la texefErebî
lew biro keç kirdin û lêw gestine řoḧim çuwe
baqilim kewte diłî wek berdî řuxsarî kilfErebî
min ke lew çawane dîtim ayetî eyn almeferErebî
nabyem sedcar biłê ebrot ti’alErebî û latxifErebî
sabîrîNasnava edebî sebrî nema wek tuşneganî kerbela
lazme wa bê sulaley tahîrey şahî necef