ta ẍubarî řêgekey dênim beçawa bo şeref

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  961 views
ta ẍubarî řêgekey dênim beçawa bo şeref
çawekem bê meyl û dił keyle le azar û esef
şew ke sułtanî xeyałî ḧemle dênê sebrî dił
nayełê manendî ḧuzin û dengî çeng û nay û def
çerxî kone pîrî kirdim taze îkřamim eka
saqî û mey, mutrîb û çeng û řubab û nay û def
ta cewan bûm pîre dunya kameranîy pêm neda
pîrî kirdim taze bo çî ḧesret û ax û esef?
dulbera lem xaneyî xewf û řecada ta be key?
çaw û ebro em dełê eyn almeferArabic ew la texefArabic
lew biro keç kirdin û lêw gestine řoḧim çuwe
baqilim kewte diłî wek berdî řuxsarî kilfArabic
min ke lew çawane dîtim ayetî eyn almeferArabic
nabyem sedcar biłê ebrot ti’alArabic û latxifArabic
sabîrîPen name sebrî nema wek tuşneganî kerbela
lazme wa bê sulaley tahîrey şahî necef