pîrî kirdim derd û zamî ’eşqî canan ey derîẍ

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 2 minutes  1049 views
pîrî kirdim derd û zamî ’eşqî canan ey derîẍ
tûşî min bû dastanî pîrî ken’an ey derîẍ
meḧremê dest nakewê şerḧî ẍemî dił baltimamArabic
pêy biłêm bełkû dewaka derdî hîcran, ey derîẍ
bulbul û guł, şem’ û perwane hemûyan pêkewen
min wekû yûsif betenha ḧepsî zîndan ey derîẍ
dił bedûta hat û çawdêrî ke ya bînêrewe
ba nefewtê mîḧnetî kêşawe boman ey derîẍ
dad û feryadim lelay ew şoxe te’sîrî nîye
gerçî firmêskim cîhanî kirde tofan ey derîẍ
tabekey qurban binałênim lenaw beytulḧezen?
bonî camey to nehat bo nûrî çawan ey derîẍ
meḧremê des nakewê azarî derdî pê biłêm
řoj û şew yar û ḧekîmim bote giryan ey derîẍ
em hemû giryane ya řeb bo çî te’sîrî nekird
şîwenim manendî tofan xełkî şêwan ey derîẍ
sabîrîPen name la tiqnitiwaArabic mujdey tewawî da be to
ḧeyfe qelbit mutme’în nabê be qur’an ey derîẍ!
bû’elî sîna le soz û ahî sînem ’acze
lem birînî bê dewa ḧeyrane luqman ey derîẍ
tîbbî calînûs û luqman û erestû muşkîle
têbgen lem ’îllete ya xud le derman ey derîẍ
çaweřêy mujdey nesîmim taqetim çûbû nehat
bełkû bêne qalbî mirdû dił û can ey derîẍ
sabîrîPen name her çaweřêy cejnî wîsalî dulbere
kaşkê řojê debûme qoçî qurban ey derîẍ