řoj û şew şems û qemer lew ḧusne wer’egirin şu’a’

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  962 views
řoj û şew, şems û qemer lew ḧusne wer’egirin şu’a’
dilbera ta kil sir cawiz alasnîn şa’Arabic
řû mepoşe serzemîn tarîke bê xurşîdî řût
ey cemałî bê nezîrit ḧîkmetî meḧiz û nefa’
yadî ḧusin û ’eşqî çawit hem ḧerîf û hem şerab
kafîye îtir leser mułkî cîhan nakem nîza’
çunke daralimḧinةArabic û dûn perwere ehlî hemû
nakes û bê şerit û bedxû, dîn firoş û piř tema’
dujminî dunya legeł ehlî şeref naḧeq nîye
teb’î dûne wek cu’el degrê le bînî guł sîda’
herkesê feził û huner derxa le bazařî cîhan
pêy ełên yasaẍe sed lîre cezay xawen meta’
sabîrî ger ’aqłî tîkeł be dunyay dûn mebe
merḧebay ew jehre to peydake tiryakî weda’