bew mesḧefî ḧusinit qesem bê ’eyb û şaz û bê ẍełet

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  778 views
bew mesḧefî ḧusinit qesem bê ’eyb û şaz û bê ẍełet
gerçî çwarin muctehîd tefsîrî nazanin be xet
gułzarî ḧusnî to îrem, dił bulbul asa lacerem
zarî deka ey zulkerem naçête ew gułzare qet
new’î beşer leyl û nehar, gerçî deken meylî şikar
seyd û neçîrî ton eger pêyan nîşan dey xał û xet
řojê witim ey ẍunçeleb meqsûdî dił key dêtecê?
fermûy meger wextê ke xwênawî siruşkit bê be şet