ew şoxe ke aramî dił û cane be ’arîz

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  824 views
ew şoxe ke aramî dił û cane be ’arîz
tefsîrî hemû sûwřeyî qur’ane be ’arîz
ẍerqî ’ereqe mîsk leber zulfî ’ebîrî
pejmûrde deka sunbul û řîḧane be ’arîz
me’nayî řuxî ḧûre ke wa şeřḧî kirawe
binwaře ke mecmû’î nimayane be ’arîz
şermende deka seru be bałayî biłîndî
ma ḧîyArabic be şu’a’î mehî tabane be ’arîz
key dê be ser em xesteyî bêçare xudaye
em ẍunçelebe şerbet û dermane be ’arîz
mûre be kemer, le’le be lêw, serwe be bała
bêçuwe aske be çaw, řewzeyî řîzwane be ’arîz
derkewtinî mayey fereḧî xas û ’ewame
serdarî hemû leşkirî sułtane be ’arîz
boçîme dił û gyanim eger neykeme qurban
yarim ke ełêy yosfî zîndane be ’arîz
derkewtinî bêhoşîye win bûnî nexoşî
teskîn û şîfabexşî nexoşane be ’arîz
sabîrPen name ke perêşane desûtê be şew û řoj
zulfî şewe ya mîhrî direxşane be ’arîz