çawekem seyrî ke ba xurşîdî ḧusinit yek nefes

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  705 Dîtin
çawekem seyrî ke ba xurşîdî ḧusinit yek nefes
derkewê bo ’aşiqî řût û feqîrî bê hewes
bo gułî gułzarî ḧusinit bulbulî dił da’îmen
muzterîb ḧał û nexoşe wexte bişkênê qefes
bo birîndaranî çawit merhemî lutifit nîye
gerçî westawin le dewrit muşteka û multemes
bo temaşakirdinit cana ke řoḧim hate lêw
ey senem řojê bifermû em şewî hîcrane bes
terkî ’eşqit nakirê tefrem mede bêhûdeye
ta le dunyada şeker bê dewrî ew degrê meges
çaweket ẍezbane fermû řoḧekem ba pêt biłêm
waz le hengiwîn nayenê bê ḧasłe pasî meges
sabîrîNasnava edebî dermanî çawit tozî řêgey dulbere
canfîdakarane řojê damenî bigre be des