çawî bazî ta bixiwênê ayetî eynelmefeř

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  801 Dîtin
çawî bazî ta bixiwênê ayetî eyn alimfirErebî
can û dił bê feř ebin wek kotrekey bê bał û peř
xot ezanî bendeyêkim bêgunah û destełat
yanî çî çaw û birot da’îm legeł min dêne şeř?
ta be nûrî ḧusnî to řûnake erz û asman
her wekû tofan nema ferqî meyanî beḧir û beř
to le sûrey zulzîlet têfkire azarim mede
xeyr û şeř îfşa debê, sûçim nîye mîsqale zeř
min le şimşêrî biro û lêwgeztinit bakim nîye
şêtî sûret hîçî tênaga le me’nay nefi’ û zeř
lîs lilansan û ala ma si’îٰErebî sabîrNasnava edebî were
hîmmetêke gerçî bûye kotrekey bê bał û peř