le tawî agirî ’eşqî perî řûyêkî qed beydax

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  941 Dîtin
le tawî agirî ’eşqî perî řûyêkî qed beydax
xuda agahe yek leḧze nîye cerg û diłim bê dax
ke zulfî řûmetî poşî serapa xełkî mecnûne
ke derxa řûyî şîrînî wekû ferhad deçin bo şax
be ẍemzey çawî bîmarî ezanin çend perêşanim
mîsalî baxî bê xawen we ya bustanî bê çerdax
be bała serwî bustane, be řuxsarî gułistane
be şew saqîyî mestane, be řoj bê mesken û sorax
be ẍemzey çawî seḧḧarî melek řeqis û samayane
le şewqî ḧusnî şîrînî beşer kewtûne şax û dax
gułî ḧusnî ke binwênê beşer aramî namênê
wekû bulbul enałênê le şar û deşt û bax û şax
nîşanim den eger dîtan, nîşanêke le merdîtan
ke çunke hîç kesê neydîwe qet însanî wa gustax
çi ḧasił sabîrîNasnava edebî hawar ekey, qatîl le des derçû
heta řojî qyamet qatiłit pênakirê sorax