cizak alilh ke to hatî bikey serdanî bîmarit

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  1140 Dîtin
cizak alilhErebî ke to hatî bikey serdanî bîmarit
şîfat hênawe ye’nî mîwehatî řûy gułzarit
be nûrî ḧusnî to şems û qemer bê nûr û ḧeyranin
ẍezal û le’il û gewher, sê le çaw û lêw û řeftarit
le tirsî bazî çawit pûrî dił çarî nema cana
emêstake penahî dawete cennatî řuxsarit
etîbba derdî dił muşkîl ezanin, sehil û asane
be ewraqî gułî ḧusinit, be lêwanî şekerbarit
seła lew řoje teşrîfit biçête ser nexoşanit
wekû zeřře le dewrit řeqis eken sûtawî dîdarit
temaşa ke le awêne dyare çareyî derdim....
egerçî pêm ełên xełkî be luqman nakirê çarit
bifermû ba neçim bê tûşe bo seḧrayî bê payan
we îlla xot ezatî ebme mayey řenc û azarit
be qurban newbetî însafe ’umrêke temenname
îtir we’de wefa ke ba nebim meḧrûmî dîdarit
’îlacî zu’fî qelbim meyl efermûy sehil û asane
be ewřaqî gułî ḧusinit be lêwanî şekerbarit
du’a nagate gwê û destî kes, nagate damanî
çi ’alî qedre ya řeb bê beła bê sabîrîNasnava edebî yarit