nesîmî subḧidem mujdey beharî ḧusnî yarî da

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  953 Dîtin
nesîmî subḧidem mujdey beharî ḧusnî yarî da
nîşaney cejnî newrozî, le şarî dił dyarî da
ke daxił bû be şarî dił supahî ḧakmî ’adił
diz û cerdey ẍem û ẍusse le tirsî řuḧî ẍarî da
bîḧemdîlla sefîney dił le gêjawî beła derçû
îtir asûdeye bê ẍem, le beḧrî lutfî barîda
nema asarî ẍeyrî ḧeq, le nêw şarî diłim mutłeq
ke herkes lêm qebûł naka xuda tewfîq û yarî da
nema derd û ẍem û mîḧnet, lemewla şadîye û ’uşret
le nêw bazař û şarî dił mubeşşîr hat û cařî da
were sabîrNasnava edebî dił û canit nîsarî payî dulber ke
newa bimrî biłên ew şête neyzanî xesarî da!