ḧemd ekem bo xalîq û perwerdigarî îns û can

bo gewreyî yezdan
Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  766 Dîtin
ḧemd ekem bo xalîq û perwerdigarî îns û can
wa be lutfî xoy be êmey dawe ’eqił û dîn û can
ew xuda wa tak û pak û bê şerîk û bê ẍeme
bê nyaz û řazqî heşta hezar new’ ’aleme
ferd û bê ferzend û zen, hem bê wezîr û bab û dak
waḧîd û bê cîsim û sûret, hem le neqis û ’eyb pak
xelqî kird fî sitةalayamErebîy erz û asman
hem be qudret ew muḧemmed mistefay bo kird be can
’alîm û dana be eḧwałî hemû xelqî cîhan
zeřřeyê eşya be bê ew qudretî nabê nîhan!
cumle me’lumatî ehlî asman û ser zemîn
qetreyê awe le beḧrî ’îlmî rib al’almînErebî
wergeřanî asman û nûrî xurşîd û qemer
bo beyanî qudretî ew şahîdêkin mu’teber
to le ḧîssîyat û amuşoy nefes nabî cuda
ye’nî çî tênageyey asarî esrarî xuda
ew xuda wa ademî xakî û ḧeway îcad kird
wa be nûrî mistefa dinya û ’uqbay şad kird
qudretî ew bo muḧemmed, mangî çardey kird dû nîm
qudretî ewbû ’esakey bû be mar mûsay kelîm
qudretî ew ḧezretî nûḧî le tofan da necat
bê îradey ew nebû ’îsa be mirdûy da ḧeyat
qudretî ewbû suleyman ’alemê tesxîr eka
agirî îbřahîm be gułzarî cînan teqdîr eka
qudretî ew yosfî kirde qûtî zîndan û beşer
yûnsî kê kirde qûtî ḧût û tarîk û keder?
qudretî ew dest û pencey to qełem nezdîk eka
qudretî ew řojî me řûnak û şew tarîk eka
ey feqye asarî fezłî ew nebê tesnîfî çî?
ey ḧekîm etwarî lutfî ew nebê te’rîfî çî?
qadir û ’edił û tewana, herçî ḧezka wadeka
lutif û qehrî ’alemî abad û ya efna deka
min ebê çî bim le fezłî bêşumarî dem be dem?
ya beyanî mu’cîzatî anbya’alilhErebî bikem?
sabîrNasnava edebîm naqîstirînî bendeganî ḧezretim
kemtirînî pasewanî dewrî nan û nî’metim!