tereqîy dînman dewê

le jimare 3y gowarî hetawî kurd çap kirawe
Li pirtûka:
Berhemekanî Mistefa Şewqî
Berhema:
Mistefa Şewqî (1865-1932)
 4 Xulek  806 Dîtin

çendêk lewey pêş be wasîtey řojnamey hetawî kurd, le xusûs fayde û menfe’etî mekteb, çend setrêkim ’erz kirdibûn. aẍayanî muḧteřem ’erzî êmeyan qebûł fermû, wa dyare ke elḧemdulîlla ḧemîyetî kurdan hatote coş. mexsûs şukir dekeyn, ême musułmanîn, î’anekirdinî yektirman leser lazme ḧetta pêẍember (s) fermûyetî: «wimin nifis ’in exîh kirbة min kirb aldinya, nifis alilh ’inh kirbة min kirb yum alqyamة, wi’în alilh fî ’un ali’bid madam ali’bid fî ’un exîhErebî». ye’nî: «kesêk li ser biray xoy, metłeb biray musłiman û çunke hemû musłiman pêkewe biran - îyneّمەا alْmuؤْmînûne îyxْweةٌErebî - ẍemî dinyaye defi’ deka, ẍemêkî qyametî leser hełdegrê û xuda î’aney ’ebdî deka, madamêkî ew î’aney biray musułmanî xoy bika.»

mulaḧeze fermûn çend sał pêştir le şarî sabłaẍê û etřafî wî, be çi corêk ’îlim û fezil le teřeqqî dabû û çend melay wekû ’elî turcanî û mela pênciwênî û melay pîrebab û mela wesîm, be wicûdî xoyan ’alemyan muzeyyen fermûbû, çend kes le ehlî terîqet û le pîranî dił řûnak, be îrşadî xoyan řewneqyan be dînî îslamî dabû. degeł te’essufî ḧałî ḧazir le hezar feqêyan, melayekî wa û le hezar murîdan, pîrêkî wa nabê, boçî? bi bê şik defermûn:

– çunke weqit heta dê xiraptir debê!

biła aya ême le muqabîl wîda nabê ḧereketêk bikeyn? debê herwa me’yûs û na’umêd bîn? aya be xirapî ewdemî teklîfî şer’îman leser ladeçê? řecaw lê dekem çilon kirmancanî ladêy ke le hezaryan dûyan be tewawî fatîḧa û nwêjê nazanin, diruste pêyan biłêy musułmanin? ’ulemay ême eger emir be me’rûfyan lekin wacbe, bo çî bebê wey ke aẍayek, sałî sed teẍar genmyan nedatê, ta fatîḧa û nwêjyan pê biłên, dyare ke ewa kemtir fikirî paşeřojyan heye. kirmancî feqîr mirdûyan, be îslamî xoyan, bebê çeqo demirin û tełqînyan danadrê.

ême hîç nałêyn ke ’îlmî dinyaye bixiwênin, degeł eweş wa meken ke ’îlmî dînîşman le dest biřwa. ermenî êsta încîlyan be kurdî tercume kirduwe, toxuda ey ehlî însaf! kurdêk ke nezanê miḧemmed (s) kê buwe û le kwê wefatî fermuwe? şerî’et çîye? çilon detwanê dînî xoy řagrê? we le muqabîlî wa’îzî ferengîyan ke be zibanî lûsyan, şeytan hełdefrîwê, hełnexłetên?

aya eger zemane wa dewam bika, ême çîman le xełkî dinyaye zyatre ke be dû sê piştyan degene musułmanan, boxoşyan kafirin. le yekêkyan pirsî:

– nêwit çîye?

dełî:

– nîqoła

– nêwî bapîrit çîye?

– pitrûs

– nêwî babî bapîrit?

– jurj

– nêwî bapîrî bapîrit çîye?

dełê

– miḧemmed!

degeł ewey ke sê piştî pêşûyan musułman buwe, ewêsta kafirin! ’îlacî ew derde dû kelîmeye û bes, kitêbî şer’î be kurdî qisekey tercume bikirê.

ey bên ḧucreyekî feqêy feqîr, paş bîst sał xwêndin, ta bizanî çi ’eybêkî heye? be kurdî tercume bikirê û be dû sałan ew feqê feqîre fêrî bê. meqsedî ême ewendeye, nîşanî tereqî û bexte ke aẍay miḧemmed ḧusên xanî serdarî mukirî ke xanedanêkî necîbe û ḧakmî sabłaẍêye, be sîfatî ḧemîdey xoy meşẍûłe ke ew me’rûzatî ême û mefhûmatî řojnamey muḧteřemî hetawî kurd le qutabî û xuda dewamî bida û xusûsen ke cenabî mewlana ḧacî miḧemmed sadiq ’ezmî fermuwe ke le şeřefkendî medreseyekî be zibanî kurdî binyad biken, ême diłman decoşî û piř diłe xwên ...

mulaḧeze fermûn eger qisekeman xirape û ya zererêkî bo dînî mubînî têdaye, de gwêy megirin û eger xoş û ba’îsî tereqî dînî îslamêye awinْzurْ alî مەا قەالە, û la tenْzur îyley menْ قەالەErebî de gwê bigirin û ême menasin.

mird bayd kih gîrd andir guş / wir nuştih ast pind bir dîwarFarsî ―se’dî