wez’yetî ême kurdan de ’esrî ḧazirda

Li pirtûka:
Berhemekanî Mistefa Şewqî
Berhema:
Mistefa Şewqî (1865-1932)
 6 Xulek  775 Dîtin

ewêstake de ’alemda esasî ’urf û ’adetî kone, be teřeqî zemane û pêşkewtinî ’ilûm û finûnî taze ke her yekêk lewane xarîqul’ade fikirî însanyan îşẍał kirduwe, sebre sebre tekamulî kird û lebo se’adetî benî beşer, ’alman lew hemuwe qewet û te’sîratî tebî’îye be new’êkî miḧîrali’qulErebî řêgay îsraḧetî însanyan te’mîn kirduwe.

 

bes, lebo îstiraḧetî însanan bû ke řêy asin (şemendefer) û keştî boxarî, lepaş ew hemû muşeqqet û derdîserye îcad kira. be wasîtey wî řêgay dûr nizîk bowe, mişeqqetî seferî zemanî qedîm, ke debwaye be piştî wiłaẍî bikirê, be tewawî le dinyaye - ẍeyrî memleketî bedbextî ême - hełgîra û boy mimkîn bû ke xanewadey new’î adem be asanî legeł yektirî têkełî peyda biken û le cîranî xoyan şitî taze fêr bin û le şarî yektirî hatûçoye biken û be new’ê tucaret biken û małî xoyan awedan biken.

 

le layekî dî her ew ’îlme û fenne bû ke lebo çarey be’ze musîbetêkî ke de pêşûda, be pencey ẍedarî xoy zor memleketî xirap kirdibû, çiray çend hezar małî kûjandibowe, der û řêgayekî řastî dozîyewe û lebo naxoşî û derdedaryan, ’îlmî tebabet - wekû pêẍember fermûyetî: «likil da’, dwa’Erebî» dermanêkî tazey dîyewe û le ser serî ze’îfî însanî řefi’ kird.

 

însan detwanê biłê ke zor musîbet û derdî pêşû ewřo tewaw defi’ kirawin. bes me’lûm bû zemanî de êsta, xulasey se’î û ẍîret û keşfyatî çend sed sałeye û ew hemuwe teřeqîyane berew şitêkî taze, jyanêkî dîkeyan peyda kirduwe û hemû dinya le terzî ew jyaney, be qedrî ewey lazme îstîfadeyan kird û ewe bû ke ewřoke medenîyetî ḧazre, yaxud medenîyetî ’esrî bîstum hate wicûdî.

 

ke wa bû însan detwanê biłê ke ’esrî wêsta, xulasey se’î û teřeqî ew hemuwe sałeye û ewan kesaney ke ewêsta dejîn, deyanewê ke asûde û mes’ûd bin.

 

degeł ew hemuwe pêşřeftîye, ’esrî ḧazir le gelêk şitanda le dwaye û ’îlim û fen neytiwanîwe le însanda be’ze sifetêkî xirap heł bigrê, meselen ḧîrs û teme’. ewêsta fikirî hemû kes eweye ke řizqî ẍeyrî xoyan biřfênin û dełên: emin dexom, eto mexo! lew xusûseyda, zemanî pêşû degeł ew hemû cehley çatir bû, çunke ḧîrs ewende zor nebû, pyawî feqîr û mîlletî bê desełat daymen muḧafîze dekiran. biła ewêsta wa nîye mi’ altasifErebî, wekû dełê: filk zidih ra mî‌risd z hir tirf singîFarsî, ewaney ke be ze’îfî man le hemû teřefêkî te’erûzyan bo deken, be teme’î kirasî berî dekûjrên, leber ewey lazme, bêdesełatan lebo muḧafîzey ḧeyatî xoyan, zortir teqelaye biken ta wekû nemirin. bełê le ’esrî ḧazir, însan ya debê se’î bika bijî yaxud ke tembeł bû bimrê.

 

ca be ew mulaḧeze, emin pêm xoşe kemêk eḧwałî xoman temaşa bikem (mi’ almimnunye) debînim ke qewmî min ye’nî kurdan, mîlletêkin muste’îd û wetenperwer û daymen le binaẍey tarîxîyan heta wêstake çwarhezar sał řabirduwe û degeł ewey zor qewmî cîranyan wekû asûrî û babîlî û sayreke meḧû bûn û ewřoke kesyan lê nemawe, ewan be wasîtey ew ḧemîytey ke heyane her mawin û hem weha man ke însan ewřo detwanê biłê kurdistan heye.

 

ew kurdistane ke xełkî wê hemû ’eşîretin, pyawin, beẍîretin, musułmanin, saḧêb namûsin, medrese û feqêyan heye, esp û maynî ḧidûd debexşê.

 

feqet çi fayîde? ewřo le dinyaye dûr mawin û le fikirî xirapî xełkî ke le ḧeqî wanyan heye, temamen bê xeberin. heta wêsta çun le řoj’awaye (meẍrîb, ferengistan) dûr bûn, agayan le hîç nebû û wayan dezanî ke wekû pêşû detwanin le małî babyan řaḧet bimênin. biła ewřo mi’ altasifErebî zemane wa nemawe, cêgayan xirape, be çakî natwanin řawestin, lebo def’î namûsman, wetenman, mecbûrîn ke êmeş wekû xełkî be ẍîret bîn, be qewet bîn, êlman hebê, be xeber bîn, we’îlla demrîn.

 

bełê birakanî min! emin kurdim û be wey fexir dekem, biła çibkem zemane be tobzî îqrarim pê deka ke biłêm, ewřo qewmî řeşî weḧşî afrîqay germ, be wasîtey ’îlim û huner le dinyada cêgayan heye, mektebyan heye, řêy asnyan heye, dewłemendin, biła ême degeł ewey ke qedîmîn, esłiman necîbe, bedbextîn û hêşta le memleketî xoşî kurdistanî be heçe heçey gwêdrêjê dêyn û deřoyn ... leber bê ’îlmî mirdûman bê nwêjê demrê ... leber bê ḧekîmî daykiman le ser mindałî wefat deka ... leber pîsayî çawman kwêr debê, leber bê sen’etî çend pûłêkî ke be ezyet wegîrman dekewê be xořayî deydeyn be xełkî ... we eger xuday nexwaste wa dewam bika, serwetman zay’ debê û miłkiman le dest deřwa û debîn be noker û be zelîlî demrîn ... jinman fesad kirawe, wekû ew carey fesad kira. feqet lebo êwe ḧeyfe degeł ew şan û şewketetan wa be feqîrî řawestin û be tembełî mułkî ezîztan le dest biden. ełbete êwe ke saḧîb şeřefin qisey min le gwê degirin. werin ta zuwe, lebo xatrî êskî bab û bapîranman îttîfaq bikeyn û wetenî xoşman qurbanî menfe’etî řezîle û kursî řyaset nekeyn, çunke weqit tenge ... we duşmin le ẍefłetî ême îstifade deka, ḧî ’ilî alfilaḧErebî we’îlla peşîman debnewe û ewê demê hîç faydey nîye.

bi’d az ayn gir bih sir qibir min ayî tu, çinan mî mandFarsî
nuşdaru kih pis az mirg sihrab dihindFarsî