weten
le xełqetî ḧezretî adem, ke însanî ḧazrî hemû newey wîne dunya wekû le kitêbî muqeddesda nûsrawe, serapa çol û dêm û lêřewar bû. be ẍeyrî wişe-wişî ba û guře guřî ře’d û xuřey çom û deryayan û zîře û zîroy (zirîwe zirîwî) da’bayan şitêkî dîke leser ew ’erze wesî’ey mewcûd nebû, serapa çol û waḧîdelqehar.
ewê demê ḧezretî adem hate ser ew erze, çun lewê be muqtezyatî xuday, me’mûr bû ke (be) ’ewladî xoy, ew seḧra wasî’ey me’mûr bikatin, ta wekû lenêw zuřřîyetî wîda, hendêk weḧdanyetî xuday bizanin, wicûdî wî teqdîs biken. ḧedîsî qudsî xuda defermê: kinit kinza mixifya fardit an a’irfErebî. ye’nî emin wekû xezêney pêş çawan win bûm, keyfim lê bû’ebdî min bimnasin ... awa bû dinyam xełq kird.
ca leber sîřřî îlahî be zemanêkî kem le dayk û babêkî, zor kes peyda bûn û sebir sebir řûy dinyayan girt. biła ewan wekû ême xanû û şaryan nebû, cûtyan nedezanî, lîbasyan le berda nebû, wek meymûnan be mîwey daran û řegî gyayan beřê deçûn ... we leber şîddetî sermay zistanê û germî hawînê, weḧiş û diřindan, zoryan mirdin, muteferrîq bûn û eger ew însane ze’îfane be ew corey maban û lebo muḧafîzey xoyan le qewey ’eqłyan îstifadeyan nekirdibaye, ewřoke mumkîn bû însanêk leser dinyaye nebê.
me’lûm buwe ke ewdemî zerûretî îḧtyac, însanî mecbûr kird ke be xiřî ḧitî alimqidurErebî le muqabîl duşminî xarîcî řabwestin. le dwaye le miẍare û hiłołî daranda wexiř bûn û ’ayleyan teşkîl kird û le berd û daran, bo mudafî’ey nefsyan esleḧeyan saz kird û bew new’e, mertebey eweł medenîyet, peyda bû.
lakîn eweş le muqabîl îḧtyacatî namutenahî însanî kîfayetî nedekird û şew û řojê îḧtyacî însanan řû le zêdeyî bû. mecbûr bûn le qewey ’eqłyan îstî’ane biken û def’î ew îḧtyacane biken û ewe bû ke me’denyan keşif kird û lîbasyan dirust kird û ḧeywanî weḧşî, wekû esp û gaw û gamêşyan řamî xoyan kird. heta wekû îḧtyacî sefer û îḧtyacî cûtî û xwardin be wan te’mîn biken. ewe tebeqey dûyemî medenîyete û le ew dewreda ḧeqîqeten ’ayley beşer kemêk řifahî peyda kird. lakîn çunke însan betaybet meclûbî ḧîrs û teme’in û lebo ewey ke be ezîyetêkî kem, se’adetêkî zor peyda biken, hełistan destyan kird be xirapî û çawyan le nî’metî cîranî xoyan biřî ke tałanî biken û małî zor peyda biken û bew new’e însan bo celbî menfe’et, bûn be duşminî yektir û destyan be şeř û pyaw kuştinan kird û bew new’ey ḧîssî birayetyan le fikir çowe. ew keřetey însan mecbûr bûn ke be muttefîqî nî’metî xoyan le muqabîlî yektirî muḧafîze biken û ewe bû ke ’eşîret û eqwam peyda bûn, wa me’lûm bû ke ew hemû ezîyete û se’îye le bo te’mînî îstiraḧetîş, feqet bew dû şitane mimkîn debî:
* tedarek kirdinî lewazmatî ḧeyatîye
* muḧafîze le duşminî xarîcî
lewazmatî ḧeyatî însan
ême dezanîn ke însan be xwardin û pêxef û lîbasî muḧtace û ewaneş mimkîn nabê ke be yekê bête cê, debê yekêk xeyat bê, ewî dîke kewşdirû û yekêkî dî cûtêr bê. kewşdirû le muqabîlî kewşî xoy le cûtêrî deẍłî bikřê û cûtêrîş le muqabîlî deẍłî le xeyatî lîbasî bistênê heta wekû ne cûtêr bê lîbas û ne xeyat bê deẍił û ne kewşdirû bê lîbas bimênê. we leweş teqsîmî e’mal hatuwete wicûd, ke dełên: însan midnî altibî’ihErebî me’nay waye lebo def’î îḧtyacî xoy debê le řefî’î xoy mezherî mi’awenet bibê.
wa eweş binemay medenîyete û bes.
muḧafîze le duşminî xarîcî
eweş dîsan be pyawêkî mimkîn nabê, çunke ew be tenha ne le muqabîlî diřindey wek şêr û piłîng û ne le muqabîlî duşminî binî new’î, xoy pê muḧafîze nakirê.
ca leber ewey mecbûr bûn ke çend kesêk wexiř bibin û ew duşminane defi’ biken. biła însan ew wextey detwanin pêkewe bijîn ke îrtîbat û têkełîyan bibê. ew têkełîyeş be xizmayetîyewe yaxud hawizbanîye, ke ewîş deçêtewe ser xizmayetî. meselen ke pyaw boy mimkîn bê, ełbete degeł xizmî xoy dejî û qet’en mimkîn nabê ke kurd degeł ’eřebêkî ke zibanî wî nezanê, heta hetaye bijî û leber ewey bû ke xizim û eqreba wexiř bûn û lebo def’î ew îḧtyacaney ke ’erzim kirdin, ’eşîretêkyan dana û ew ’eşîreteş zor bûn, dû ’eşîret, gelê ’eşîret ... nîhayet qewmêkî lê peyda bû. we de ḧeqîqetda her mîlletêk ke ’îbarete le ew hemuwe ’eşîretane xizmî yektirîn û erazîyekî ke lebo xoyan girtuwe wetenî wane.
çilon xanewadeyek, ye’nî jin û pyawêk bebê mał najî û ’eşîretêk lebo te’mînî îstiraḧetî xoyan miłkêkyan pê dewê ke meřî lê bileweřênin û cûtî lê biken ... ełbete qewmêkîş, bo ewey leser dinya bimênê erzêkî pê lazme, ew erze ’îbarete le mecmû’ey mułkî ew ’eşîretane.
eger wabû, be mulaḧîzey wey ke emin kurdim, erzî min kurdistane û wetenî řengînî minîş ewêye we be mulaḧzey wey ke emin ’eşîretim mułkî min sabłaẍe û mulaḧîzey wey ke ferdim małe min le sabłaẍêye. eger wa bû me’nay weten mewhûm nîye û muḧîbbetî weten wekî pêẍember fermûyetî: ḧib alutin min alaymanErebî lazme. pes wetenî ême ’îbarete le mecmû’ey mułkî ew ’eşîretane ke hemû pêkewe xizmin û hawizbanin û lebo muḧafîzey mewcûdyetî xoyan, bełkû çend hezar sał le ewey pêş, we’de û qewlîyan kirduwe ke pêkewe bijîn û le muqabîlî duşminî xarîcî pêkewe ḧereket biken û lebo ême le bab û bapîrman be mîrat becê mawe û debê eger demanewê kuřî babî xoman bîn, qewlî wan neşkênîn û ḧîmayetî mułkî yektirî bikeyn, çunke hemûman xizmîn. be ew nîşaney ke ḧîsman, fikirman, exlaqman, ’adetman, muştereke. eger bêt û qisey wan becê nehênîn û mudafî’ey yektirî nekeyn, çiman lê dê? be bê şik, hemûman debîn be yexsîrî eqwamî dîke, ke çawyan le memleketî xoşî ême biřîwe û emîş pêm waye pyaw ke pyaw bê, pêy ’eybe małî xoy be ḧîzî becê bêłê û ḧeremî xoy beřełła bika û bibête nokerî xełkî. ’eřeb dełê:
faxtir linfisk mitir lat’ilubih / awmit kirîma tiḧit zil alqistilErebî
bes wetenî ême me’lûme, ḧazir û mewcûde, ew bes kurdistane, mehdî zihûrî medenîyetî ’aleme. cemşîd û ferîdûn û keyxusrewî ême benay ḧikûmetyan dana, řostemî ême nimûney şuca’etî bab û bapîrmane. miłkî ême, wetenî ême yadgarî cemşîde, ferîdûne keyxusrewe û ewan le meclîsî şahaney xoyan be namûsî xoyan swêndyan xwarduwe ke ḧîfzî biken. ełbete êmeş ḧîfzî bikeyn û debê qisey wan neşkênîn, hetakû ’alem te’neman neka.
le dway ewey ke wetenman ḧîfiz kird, lebo te’mînî îstiraḧetî xoman debê se’î bikeyn û wekû qewmî dîke, be wasîtey zor şitî taze zihûrî miłkî xoman, małî xoman, awedan bikeyn, eger wa bikeyn dejîn we’îlla demrîn û ya xo debîn be yexsîr.
zan sirsir şimal û zan atiş cinub/şuqî witin xirab şid û gilşin arẍiwan şudFarsî