le min boç zîzî ’emirim çawekanim mahî tabanim

meger lêm ’aczî?
Li pirtûka:
Berhemekanî Mistefa Şewqî
Berhema:
Mistefa Şewqî (1865-1932)
 1 Xulek  1113 Dîtin
le min boç zîzî ’emirim? çawekanim, mahî tabanim
tewêłit bo çî girje ya çi qewmawe, çi tawanim
le pêşapêşî tabûrî mujet, her dû birot keç bû
dełê bo tîpî ’aşiq zulfeqare tîẍî buřřanim
kemendî zulfî xawit çunke bazûbendî bazûme
çi ḧacet çaw kejałê ta be efsûn bestî destanim?
eger leyl û neharan ah û nałem xewřewênû bê
melamet bes biken çun min ẍerîb û xanewêranim
telesmî gencî ḧusnî to, mu’emmay ’alemî kone
le ḧellî wî beser çû ’umirim û hêştake her cwanim
ke nermîn baweşî to, bêşkeye bo qelbî mecrûḧim,
be lence lêy geřê saqî! hedada tuflî giryanim
bełê şewqîNasnava edebî ke kurde, çaw be xwêne, qet heda nada
be xwênî çawekanim sûr buwe çakî girîbanim