12

bi derketna şehryane bi deştê ji bo seyrana sersal û geştê
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 2 Xulek  1001 Dîtin
dewra felekê ji bextê feyroz
dîsan ku numa ji nûve newroz
mebnî li wî ’adetê mubarek
şehrî û supahyan bi carek
ba jêr û kelat û xanî berdan
teşbîhî bi nijdeyan û cerdan
sef sef dimeşîne kûh û deştan
řef řef dixşîne seyr û geştan
esnafê umem siẍar û kubbar
qet’a venema di şehrî deyyar
hindek bi peyayî çûne baẍan
hindek bi swarî çûne raẍan
hindek bi tebayî û bi kisret
hindek bi hevalî û bi weḧdet
řabûneve xanim û xewatîn
wan jî tijî gul kirin besatîn
ḧûran kire meskenê xwe cennet
bê perde û bê melal û minnet
doşîze û duxter û rewalan
pakîze ’uzar û zulf û xalan
etrab û kewa’bê di ’ezra
murdan û murahqê di zîba
esḧabê qumaşê lutfê ruxsar
erbabê meta’ê ḧusnê dîdar
wan lêk dikirin meta’ê yêk ’erz
texmîn dikirin bi tul û al’irzErebî
sudagerê ’işqê bûn di bazar
hem ba’’ê ḧusnê hem xerîdar
sersalî û bakir û rewalan
sedsalî û cwan û pîr û kalan
sersal li resim û rahê me’hûd
gêřan di cih û meqamê meḧmûd