13

murexxes bûna wişaqan bi gulşena sersalê reẍbet kirna wane bi bazara ḧusin û cemalê
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 1 Xulek  916 Dîtin
qendîlê munîrê dîrê ezreq
mişkatê ḧemel ku kir mwerirq
sersal ku bû ji nûve me’mûr
mîr daye kuřê di taze destûr
destûr ku bû ji bo wişaqan
řabûn hemî şubhetî ’uşaqan
têk çûne bi me’reza mezadê
dildade’ê meqsed û muradê
îlla ku tenê memo û tacdîn
wan dane xwe duxterane tezîyn
ye’nî di dema ku bûye teḧwîl
ew herdu bira di came tebdîl
istebreq û sundisin di berda
çend mi’cer û meqreme bi serda
kakul kirbûne turre hersû
perçem kirbûne zulf û gîsû
wan lew kirbû libas tesrîf
da qet nebtin li wan çu teklîf
poşîde libasê dilberanî
seyran dikirin bi sergiranî