dilber to nepirsî ke min ewqer le çe matim
Li pirtûka:
Dîwanî Seyd Yaqoy Mayîdeşt
Berhema:
Seyd Yaqoy Mayîdeşt (1808-1881)
1 Xulek
1315 Dîtin
dilber to nepirsî ke min ewqer le çe matim
ḧeyran xem ebrû û zułfan syatim
ewza’ kemîy diłbere, ’eybî nîye bo min
herçende ke latim we xuda maylî latim
řojê ke wekûy to řesîm ḧałîy min bî
çun ḧacî mişkî nimeyo řay necatim
qurban ḧeyatim to ke natî le ḧeyatim
sergerd wefatim guzerê ker le wefatim
zehir er biderî nûşî bikem dûst bilateş
wa zanme xizrî biderî ab ḧeyatim
min seyîd miskînim û to mun’im ḧusnî
yek bûse bider min le gidayan seratim