guł çemen araye emřo ẍunçe pişkûtuwe
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
1 Xulek
638 Dîtin
guł çemen araye emřo ẍunçe pişkûtuwe
bo nesîmî berbeyan tê boye sunbul têkçuwe
nergisî şehla le çîmen têk şika û çaw be xaw
şest peř û guł ateşîn û yasemen peyda buwe
lale cergî daẍdare sîneyî daẍan aka
yasemîn û nesteren ’ersey çemen awabuwe
qehqehey kew tê le kêw û dengî qumrî tê le baẍ
nałenałî bulbule wa ’alemî daẍ kirduwe
mîneNasnava edebî emřo ba biçîn bo seyrî sarayî çemen
guł siten neş’ey tiraye lêwî ẍunçey dabuwe